1. çaremîn fîlma rêzeya alien e. ripley'a ku di fîlma berî vê de întîxar kiribû û bi vî awayî him xwe him jî fezayîya di zikê xwe de kuştibû, ji aliyê zanyaran ve tê vejandin. ji xwîna wê. erê li gorî zanistê mimkun e ku tenê ji xwîna mirov jî, cêwikê wî were çêkirin. lê ev cêwikê ku were çêkirin, tenê cêwik e. hemû taybetiyên wî/wê yên fîzîkî wê eynî bin, lê ne mimkun e ku hişa wê, bîranîn û tecrûbeyên wê werin vejandin. ji ber ku dnaya mirov li gorî serpêhatiyên mirov naguhere, rojane nabe. tiştên wisa di mejiyê de mirov de tên tomarkirin û hew. hadê ji vê re em bêjin temam. lê çawa dibe ku ev ripley'a sexte jî di zikê xwe de fezayîyek bîne. min heta niha di fîlmek bi cûreya honaka zanistî de fîşalkirinek evqas mezin nedîtibû. ger mirov bêmantiqiyên senaryoyê dêne aliyekê, li gorî fîlma 3emîn baştir bû. lê êdî piştî fîlma 4emîn mirov jixwe gûman nake ji serkeftina ripleyê û loma sêhra efsûna fîlmên 1emîn û 2emîn tune bû. |
|
07.01.2017 19:59 ~2018.02.04 21:22 |
simurg56
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |